PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 233 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 15 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên borî de 15 kesan can dane, ji wan 4 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrazorê, 3 kes li Minbicê û 1 kes li kampa Holê ne.
Herwiha da zanîn, 233 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 30 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 15 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 12 kes li Amûdê, 6 kes li Kobaniyê, 23 kes li Reqayê, 41 kes li Tebqayê, 60 kes li Dêrazorê, 19 kes li Kampa Roj, 4 kes li Minbicê û 1 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di 24 saetên borî de 14 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîştiye 15562 kesan, ji wan 1569 kes baş bûne û 545 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin