PeyamaKurd – Husiyên Yemenê ku piştgiriya xwe ji Îranê distînin car din êrîşê kargehên kompaniya petrolê Aramco ya Siûdî kirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarekî Husiyan ê leşkerî derbarê mijarê de, Husiyan êrîş biriye ser kompaniya petrolê ya li Cizyanê û balafirgehê.
Kompaniya Aramco ya petrol û gazê ya Erebistana Siûdî wekî kompaniya herî bi nirx a cîhanê tê zanîn ku beriya niha Hûsiyan êrîş biribû ser û bo demekê nirxê petrolê zêde bûbû li bazarên cîhanê.
Hîn derbarê êrîşa dawî de, ji Aramco û rêveberiya Erebistana Siûdî daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin