Rojava | 5 kesên din ji vîrusa koronayê can dan

Rojava | 5 kesên din ji vîrusa koronayê can dan

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên borî de 5 kesan ji vîrûsa korona (Covid-19) can da û 45 kesên din jî pê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên dawî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.

Mistefa ragihand, 45 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 5 kesan jî can daye.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 8 hezar û 900 kesan, hejmara mirinan bû 346 kes û heta niha 12 hezar û 59 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin