Namzedê binketî yê AKPê mazbeteya saredarê HDPê xwest

Namzedê binketî yê AKPê mazbeteya saredarê HDPê xwest

PeyamaKurd – Namzedê AKPê yê navçeya Baglar a Amedê Huseyin Beyoglu bi hinceta şaredarê nû yê Baglarê Zeyyat Ceylan ku ji HDPê bi ser ketiye bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê (KHK) ji mamostetiyê hatiye dûrxistin, mazbeteya wî ya şaredariyê ji xwe re xwest.

Namzedê AKPê serî li lijneya hilbijartinê ya navçeyê da û xwest, mazbeteya şaredariyê bidin wî, bi sedema ku kesê duyemîn di hilbijartinên 31ê Adarê de ew derketiye.

Zeyyat Ceylan dema mamoste bû, bi KHKyên rewşa awarte ji kar hatibû dûrxistin û namzedê AKPê jî dibêje, mafê wî yê şaredarbûnê nîne.

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinê namzedê HDPê Zeyyat Ceylan ji sedî 70,34ê dengan standiye û mazbeteya xwe ya şaredariyê jî wergirtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin