Li Iraqê qedexeya derketina derve hefteyekê hat dirêjkirin

Li Iraqê qedexeya derketina derve hefteyekê hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Şaneya Krîzan a Iraqê qedexeya derketina derve û ragirtina dewama fermangehên hikûmetê, dibistan û navendên din ên xwendinê heta 28ê Adarê dirêj kir.

Şaneya Krîzan li Iraqê îro 22yê Adarê ragihand: “Qedexeya hatinûçûnê û ragirtina dewama fermî û geştên esmanî heta demjimêr 11ê şeva Şemiya bê 28ê Adarê hat dirêjkirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Lê belê biryara qedexeya derketina derve saziyên ewlehiyê, tendirustî, xizmetguzarî, karmendên wezareta darayî, diplomat û medyakaran li xwe nagire.”

Şaneya Krîzan bal kişand ser ku biryara qedexeya derketina derve dermanxaneyan, firin û firoşgeh û benzîxaneyan jî li xwe nagire.

Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihandiye ku heta niha hejmara kesên li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê tûşî vîrusa COVID-19 bûne, gihîştiye 223 kesan ku 20 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane û 57 kes jî baş bûne.

57 kesên ku baş bûne 13 kes ji Herêma Kurdistanê ne û 44 kesên din ji bajarên din ên Iraqê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin