Qedexeyên hilbijartinan çî ne?

Qedexeyên hilbijartinan çî ne?

PeyamaKurd -  Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) qedexeyên roja hilbijartinê eşkere kirin. Li gorî wê yekê heta saet 21.00an qedexe ye ku encam bihên eşkerekirin.

Ji saet 06:00ên serê sibehê heta saet 24.00an vexwarina alkolê qedexe ye, meyxane û bar dihên girtin; şahî, konser û çalakiyên din ên siyasî û civakî qedexe ne, ji xeynî wan hêzên ewlekarîyê ku bo parastina asayîşa hilbijartinê hatine rasipardin, hilgirtina çekên bi demkî jî qedexe ye.

Piştî saet 21:00an qedexeye ku encamên hilbijartin û zanyarîyan derbarê rêjeya dengên partîyan, tifaqan û berbijêran da bihên eşkerekirin.

Proseya dengdanê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê îro saet 8.00an destpê kir. Nêzîkî 57 milyon kes ji bo hilbijartina rêveberên herêmî yên ku dê 5 salan li ser kar bimînin dengê xwe bi kar tîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin