Li Enqereyê, civînek bi sanda Suriyeyê re hat kirin

Li Enqereyê, civînek bi sanda Suriyeyê re hat kirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li Enqereyê bi şandeke berpirsên Suriyeyê re civiya.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Hakan Fîdan li avahiya wezaretê pêşwaziya Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Suriyeyê Hadî El-Behra, Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Ebdulrehman Mistefa kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê naveroka civînê de hûrgilî nehatin parvekirin û hat destnîşankirin ku rewşa dawî ya li Suriyeyê û pêvajoya çareseriya siyasî, bi taybetî jî destûra bingehîn hin ji mijarên civînê bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin