PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Konsolê nû yê Yunanistanê yê li Herêma Kurdistanê, Stavros Kyrimis kir û destbikarbûna wî pîroz kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Stavros Kyrimis weke konsulê nû yê Yunanê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest, hemû hevkarî û piştgîriyeke xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî ji bo serkeftina di kar û erkên wî de nîşan da.
Konsulê Nû yê Yunanê yê li Herêma Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe bi encamdana vê hevdîtinê nîşan da û ragihand, “Serokwezîr û berpirsên din ên Yunanê gelek giringiyê didin peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê didin.”
Stavros Kyrimis diyar kir, gel û hikûmeta Yunanê bi rêz ve li ezmûna Herêma Kurdistanê dinêrin.
Her du aliyan herwiha tekezî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyan bi taybetî di warê perwerdeyî û bazirganiyê de kirin û rewşa Iraqê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê, metirsiyên terorê û serhildana DAIŞê û çend pirsên din ên girîng û hevbeş guftûgo kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin