PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, bi biryara Serokomariya Tirkiyê 300 dikan û xaniyên nêzîkî Çemê Bedlîsê werin rûxandin.
Li gor biryara hatiye dayîn, zevî û cihê dikan û xaniyên bêne ruxandin, wê bibin milkê giştî yê xezîneyê û ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve xwediyê wan bêne qerebûkirin.
Hat zanîn ku rêveberiya Jîngeh û Bajarvaniya Bedlîsê dest bi valakirina cihên derdora Çemê Bedlîsê kiriye û xwediyên wan milkan haydarkirin daku cihên xwe vala bikin û piştre pereyê xwe ji dewletê bistînin.
Xwediyên wan cihan dibêjin, proseya qerebûkirinê bi awayekî dadmendî nehatiye birêvebirin û herwiha ji sedî 90ê xwediyên wan dikanan nerazî ne li ser awayê qerebûkirinê ku ew jî dibêjin, beşek ji xwediyên dikanan bi rêjeya ji sedî 10 û hinekên din jî bi rêjeya ji sedî 100 û heta hinek jî bi rêjeya ji sedî 500 têne qerebûkirin.
Hêjayî gotinê ye, her çiqas biryara valakirina cihên dikanan hatiye dayîn jî hikûmetê ti cihek ji bo wan nîşan nedaye daku bikaribin bazara xwe ya nû vekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin