PeyamaKurd - Xelkê Kerkûkê li dijî rûxandina xaniyên wan bi hinceta nebûna tapoyan bi taybet li taxên Kurdan bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rêkan Cibûrî têne hilweşandin derketin kolanan.
Di xwepêşandana îro Yekşemê de, xelk ji ber li taxa Meydana Çalakiyan a Kerkûkê rûxandina xaniyên wan ji aliyê îdareya neyasayî ya Kerkûkê ve, dest bi xwepêşapandanan kir û kolana serekî ya bajêr girtin.
Berpirsê Tevgera Mafê Kurd li Kerkûkê Edhem Cume li ser wê xwepêşandanê ragihandiye: “Meydana Çalakiyan piştî sala 2007an hatiye avakirin û taxa kurdan e. Niha jî bi behaneya nebûna tapoyan xaniyên hemwelatiyan ji aliyê waliyê sepandî bo ser Kerkûkê biryara rûxandina xanî û dikanên xelkê hatiye derxistin. Ev yek di demekê de ye bi sedan xaniyên ereban li ser zeviyên bêtapo hatine sazkirin. Heta niha xaniyê ti kesekî ereb nehatiye rûxanin lê xaniyên kurdan bi yekcarî dirûxênin û qeymeqamiya navendî û îdareya neyasayî ya Kerkûkê dijberiya kurdan dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin