57 koçber jiyana xwe ji dest dan

57 koçber jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Berdevkê Rêxistina Navdewletî ya Koçberan IOM Safa Misehlî ragihand ku li Derya Sipî li peravên Lîbyayê nêzî limana El Xumsê bot a koçberan noqav bû û di encamê de 57 koçber jiyana xwe ji dest dane. Kesên ji mirinê rizgar bûne ji aliyê masîvan û hêzên ewlehiyê yên peravê de derxistine qerexê deryayê û rizgarbûyî ragihandine k udi nav kesên fetisî de herî kêm 20 jin û 2 zarok hene.

Her sal bi hezaran koçberên Afrîkayê yên ji welatê xwe bi sedema şer, feqîrî û ziwahiyê direvin Awrûpayê û di deryayê de difetisin hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin