PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di panela Dîdara MERI ya îro 1ê Mijdarê li Hewlêrê hat lidarxistin de got, wan kariye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji planan biparêzin û ji nakokiyên partiyan jî dûr bixin û diyar kir, “YNK û PDK di dema borî de bi yekrêzî rûbirûyî kêşeyan bûne.”
Talebanî li ser bernameya çaksaziyê ya Kabîneya Nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karkirin û pêkanîna çaksaziyan, pêwîstiya wê bi jîngeheke guncaw heye got, wan proseya çaksaziyê bileztir kiriye: “Kabîneya Nehan ji destpêka destbikarbûna xwe ve, bîr li zêdekirina dahatan û kêmkirina xerciyan kiriye.”
Di berdewamê de Talebanî behsa planên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û da xuyakirin, “Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûyê birîna bûdce û şerê li dijî terorê bûye. Eger Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê qut nekiriba, çaksazî dê wek berê bihatana kirin. Lê me kariye hikûmetê ji planan biparêzin û ji nakokiyên partiyan dûr bixin.”
Herwiha li ser pêwendiyên YNK û PDKê jî Cîgirê Serokwezîr got: “YNK û PDK di hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar in û di dema borî de jî bi hev re rûbirûyê kêşeyan bûne.”
Qubad Talebanî diyar kir, divê çaksazî di nava partiyan de jî bên kirin ku li Herêma Kurdistanê ti kes behsa çaksaziya di nav partiyên siyasî de nake.
Talebanî di panelê de bal kişand ser gendeliya li Iraqê û nebûna xizmetguzariyan û got, bi milyaran dolar di warê elektrîk û ava Iraqê de hatine xerckirin û ev 17 sal in Iraq nebûye xwedî elektrîka 24 saetan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin