PeyamaKurd- Li bajarê Xaneqînê li gundekî, rêxistina terorî IŞÎDê çar welatiyên Kurd revandin û piştre jî kuştin.
Li herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî Rêvebiriya Kurdistanê mane, rewşa Kurdan her ku diçe xirab dibe. Li gorî agahiyên herêmî, duh bi şev çekdarên IŞÎDê li Xaneqînê bi ser gundê Yusif Begê de girtin. Li vê derê yek jê pêşmerge çar gundî revandin. Piştre jî laşê her çar gundiyan li derveyî gund hatiye dîtin. Serê her çar gundiyan jî hatibû jêkirin.
Xaneqîn ji aliyê pêşmergeyan ve ji IŞÎDê hatibû paqijkirin, lê piştî bûyerên Cotmehê, dîsa kete destê hêzên Iraqî de. Ji wê demê ve êrîşên IŞÎDê zêde bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin