Peyamên Pîrozbahiyê bo Biden û Harrisê dewam dikin

Peyamên Pîrozbahiyê bo Biden û Harrisê dewam dikin

PeyamaKurd – Piştî serokê nû Joe Biden bo Amerîkayê hat hilbijartin û Kamala Harris bû cîgira wî, serokwezîrên Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yê Kanadayê Justin Trudeau, ya Almanyayê Angela Merkel û yê Brîtanyayê Boris Johnson di ser hesabên xwe yên medya civakî de peyamên pîrozbahiyê belav kirin. Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama jî got:

“ Jê û zêdetir serbilind nedibûm.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Amerîkayî serokên xwe bijartin. Pîroz be Joe Biden û Kamala Harris. Bo li hemberê astengiyan biserbikevin gelek tişt hene ku hun bikin. Em bi hevre dest bi xebatê bikin.”

Di nav kesên rêvebir yên ku Biden pîroz kirine serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, bi taybetî bo Kamala Harris bi sedema ku bi eslê xwe Hindûye weha got:

“ Ji dilê xwe Kamala Harris ê pîroz dikim. Serkeftina we çaxekî bo we vekir û bo Amerîkayiyên ku eslê wan Hîndûne ciyê serbilindiyê ye. Ez bawerim têkiliyên zindî yên ku di navbera Amerîka û Hindistanê de hene, wê bi serokatiya we xurtir bibin.”

Her weha serokwezîrê Îrlandayê Micheál Biden û Harrîsê pîroz kirin.

Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez, yê Îtalyayê Giuseppe Conte peyamên pîrozbahiyê belavkirin.

Sekreterê NATO yê Jens Stoltenberg bi awayekî nivîskî peyamekî belav kir. Emîrê Qatarê Temîm bîn Hamed es-Sanî, lîderê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis û Mateusz Morawiecki Bidenî pîroz kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin