PeyamaKurd- Bi sedema çêkirin, bazirganî û bikaranîna maddeyên hişbir, li Diyarbekirê 38 kesên ku hatibûn binçavkirin, ji wan 11 kes hatimn zîndanîkirin. Li gor ragihandina parêzgeriya Diyarbekirê beşa polîsên narkotîkê di navbera 11-17 ê temmûzê de li navçeyên Sûr, Reza, Yenîşehir û Peyasê di operasyonan de, 233 kîlo esrar, 2 kîlo esarar toz, 27 gram metamfetamîn, 71 gram eroyîn, 22 maddeyên sentetîk, 6 demançe, 9 jarjor û 35 fişek hatin girtin.
11 kes hatin şandin bo zîndanê, 15 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û 27 kes bi temamî serbest hatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin