Ji Tirkiyê sewqîyateke din a leskerî bo Idlibê

Ji Tirkiyê sewqîyateke din a leskerî bo Idlibê

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê sewqîyata leşkerî bo Idlibê berdewam dike ku doh karwaneke 25 ji wesayîtên din ên leşkerî pêk dihatin, derbasî Idlibê kirin. 

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk doh 25 wesayîtên din ên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Hat diyarkirin ku karwana leşkerî ya Tirkiyê ber bi xalên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li herêmê ve hatin şandin.

Ji destpêka agirbesta 5ê Adarê ya Idlibê ve, hejmara maşîneyên ku artêşa Tirkiyê şandine Idlibê gihîştiye 3 hezar û 800an ku heta niha bi hezaran leşker li wir bi cih kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin