Serê Idlibê gur bû | Tirkiyê sewqîyateke mezin a leskerî kir

Serê Idlibê gur bû | Tirkiyê sewqîyateke mezin a leskerî kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî gurbûna şerê navbera komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve û hêzên rejîma Sûriyê ku Rûsya piştevaniya wan dike, Tirkiyê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi Idlibê ve kir.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Sûriyê bejahiya başûrê Idlibê topbaran kirin û herwiha topbaran li herêmên Fitêra, Kensefra, Sifohin, Filêfil, Rifwêha û Bênîn jî pêk hatin.

Li gorî SOHRê li eniyên şer ên çiyayê Zawiyê, topbaranên dualî yên hêzên Sûriyê û çekdarên bi Tirkiye piştevaniya wan dike, pêk hatin, lê ti agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketin.

Herwiha SOHRê ragihandiye kmu gelek karwanên girêdayî artêşa Tirk derbasî herêmê bûn, di 24 saetan de zêdetirî 7 karwanên leşkerî derbas bûn, tê de 450 alavên leşkerî ji panzêr, loder û alavên lojîstîk hebûn û li xalên artêşa Tirkiyê yên li herêmê belav bûn.

Li gorî zanyariyên dawî ji xeynî alavên leşkerî yên dewleta Tirk ji dema agirebestê ve derbasî xaka Sûriyê kirine, hejmare leşkerên tirk jî gihîştiye, 5 hezar û 825 leşkeran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin