Îmamoglu: IBB dewlet e, emê alîkariyan belav bikin, qedexeya derve sert e

Îmamoglu: IBB dewlet e, emê alîkariyan belav bikin, qedexeya derve sert e

PeyamaKurd – Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê (İBB) Ekrem Îmamoglu bertek nîşanî astengkirin û destdanîna bankeya dewletê ya ser bexşên bo hemwelatiyan nîşan da. Îmamoglu herwiha dubare daxwaz kir, şerte ku li Stenbolê qedexeya derve ji bo rêgiriya belavbûna vîrusa korona were ragihandin, ji ber ku ji sedî 60ê tûşbûyan li Stenbolê ne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser kampanyaya İBBê gotibû, ‘Di nav dewletê de dewlet nabe’ û bankeya dewletê jî hesabê kampanyaya şaredariyê ya bexşên bi sedema vîrusa koronayê bloke kiribû.

Îmamoglu bertek nîşan da û got, ‘IBB dewlet bixwe ye ku di destûra bingehîn de jî hatiye nivîsîn.”

Şaredarê Stenbolê got ku kî çi bêje wî eleqedar nake û ew dê alîkariyên xelkê bi hevkariya şaredariyê bigihînin kesên pêdiviya wan pê heye û wan 500 hezar kolî alîkarî amade kirine ku hefteya pêşiya me têne belavkirin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî kampanyayên alîkariyan yên şaredariyên opozîsyonê bixwe jî kampanyayek da destpêkirin ku ji xelkê dixwaze pere razînin hesabên bankeyan, lê kampanyayên şaredariyên di destê opozîsyonê de hatin astengkirin ku dibêjin, dewlet ew bixwe ne û nahêlin ti aliyekî din bexşan berhev bike.

Li bajarê Stenbolê bêhtirî 16 milyon kes dijî û li gorî amarên fermî bêhtirî ji sedî 60ê bi vîrusa korona ketine li wî bajarî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin