Karwaneke din a hevpeymaniyê derbasî Rojava bû

Karwaneke din a hevpeymaniyê derbasî Rojava bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwaneke alîkariyên leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê karwana hevpeymaniyê ya ji 24 barhilgiran pêk dihat şevê din ji ser deriyê Til Koçerê derbasî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bû.

Hat diyarkirin ku ew sewqîyata leşkerî piştre ji ser Hesekê derbasî baregeha Amerîka ya Şedadiyê bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji destpêka sala 2021ê ve heta niha bi dehan karwanên leşkerî û lojîstîkî yên Amerîka û Hevpeymaniyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne ku bi hatina rêveberiya nû ya Joe Biden re baregehên li Rojava û bakurê Sûriyê têne bihêzkirin û yên nû jî têne avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin