PeyamaKurd - Wezareta Tendurîstiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 157 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û kesekî jî wefat kiriye.
Di daxuyaniya îro 22yê Sibatê ya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê hat eşkerekirin, di 24 saetên borî de 157 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, kesek miriye û 55 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 107 hezar û 933 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 508 kes û heta niha 103 hezar û 11 kes jî baş bûne ku niha 1.414 kes jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin