Karwaneke leskerî ya Amerîkayê derbasî binkeya Tirkî ya li Ezazê bû

Dîroka weşanê :
Karwaneke leskerî ya Amerîkayê derbasî binkeya Tirkî ya li Ezazê bû

PeyamaKurd – Karwaneke hêzeke leşkerî ya Amerîkayê derbasî binkeyeke leşkerî ya Tirkî li bajarê Ezazê bû.

Li gor çalakvanên Efrînê eşkere kirin, otomobîlên leşkerî yên ku ala Amerîkayê hilgirtibûn, ligel istixbarata Tirkiyê derbasî gundewarê bakurê Helebê bûn.

Herwiha hat ragihandin, helîkopter û balafirên bêfirokvan di ser sînorê Sûriye-Tirkiyê û bajarê Ezazê re bi awayekî nizm difirîn.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, Tirkiyê “berpirsekî pilebilind” ê DAIŞê radestî wê hêza leşkerî ya Amerîkî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin