PeyamaKurd – Li demeke ku bi hevkariya Rûsya û Tirkiyê li Efrînê bi navê Navendên Lihevanîna Niştîmanî hin navend têne avakirin de, komên çekdarên girêdayî Tirkiyê jî kiryarên revandin û zextan li ser xelkê Efrînê berdewam dikin.
Hat ragihandin ku komên çekdar herî dawî yek ji wan jin 3 kes hatin revandin ku 2 kesên mêr li navçeya Şiyê ya Efrînê hatine revandin û çarenivîsa wan nediyar e.
Hat zanîn ku navên herdu kesên hatine revandin Izet Bekir û Izet Mihemed Bekir e û ji bo berdana wan jî 5 milyon lîreyên Sûriyê tê xwestin.
Herwiha komên çekdar li Kefer Sefrê ya navçeya Cindirêsê jî jina bi navê Ayşe Xelîl Kedro revandine û birine cihekî nediyar.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî li gund û bajarê Efrînê, Navendên Lihevanîna Nîştimanî bi hevkariya Rûsya-Tirkiyê hatine avakirin ku armanca wê jî qaşo ji hev cûdakirina komên cîhadî yên rejîm şerê wan dike û komên çekdarên opozîsyonê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin