PeyamaKurd- Li Lîbyayê piştî “Bahara Ereban” dubendî derket holê û hukumeta niha ya ku desthilate, layangirê dewleta Amerîkaye û hêzên bi ser Xelîfe Hafter ve hene ku ji aliyê Rûsya de tê destekkirin.
Ji çapemeniya Brîtanyayê rojnama The Telegraphe ragihand ku bo piştgiriya Xelîfe bike, fîloya Rûsyayê dixwaze were peravên Lîbyayê û li lîmanan raweste. Lê bi sedema ku ewlekarî tine ye, niha 300 leşkerên Rûsyayê yên bi maaş parastina lîmanan dikin da filoya Rûsya karibe here wê derê. Rojname, binkeya nûçeya xwe dibe ser çavkaniyên parlementoya Brîtanyayê.
Li gor ragihandinê; şîrketa ku bi Îstîxbarata Rûsyayê re dixebite ya ewlekariyê bi 300 leşkerên bi maaş re, bi tanq, top, alavên hewayî yên bê mirov û bi muhîmmatên din ve her dû lîmanên Lîbyayê diparêzin. Şîrket bo destekê bide Artêşa Netewî ya Lîbyayê ya di bin serpereştiya Xelîfe de, bo lîmanên Tobrûk û Derneyê biparêzin çûne Lîbyayê. Şîrketa xwedî leşker yên grûba Yevgeny Prigozhin, ya bi navê Wagnerê ye ku gelek nêzî serokê Rûsyayê Putîn e.
Rêvebiriya Amerîkayê di derbarê Prigozhin de biryara dorpêçê dabû. Berê hatibû ragihandin ku Rûsya li Lîbyayê, li herêmên di bin kontrola Xelîfe de, baregehên xwe ava kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin