Di êrîsa terorîstan de 9 sivîl hatin kustin

Di êrîsa terorîstan de 9 sivîl hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêxistina terorî Boko Haram a bi ser El Qaîdeyê ve, li gundekî herêma bakurê welatê Kamerûnê êrîşî sivîlan kir.

Li gor medya herêmî ya wî welatê, di encama êrîşa bi ser gundê Tcharkamari yê ser sînorê Nîjerê de, 9 kesên sivîl hatine kuştin û 4 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Hat zanîn ku êrîşkar bi otomobîl û motorsikletan bi ser gund de girtine û gund şewitandine.

Ji ber êrîşên Boko Haramê ji sala 2009an ve heta niha zêdetirî 20 hezar kes hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin