PeyamaKurd - Operasyona leşkerî ku çend roj berê li gundên navçeya Licê ya bajarê Diyarbekir a bakurê Kurdistanê dest pê kiribû, hat bidawîkirin.
Li gorî zanyariyan operasyona leşkerî ya li gundên Zengê, Kerwes û Licok ên navçeya Licê hatibû destpêkirin, bidawî bûye û yekîneyên leşkerî vegeriyane baregehên xwe.
Li gorî çavkaniyên xwecihî operasyona ku bi piştgirya helîkopter û balafirên bêpîlot hatibû destpêkirin piştî lêgerînên li herêmê û nav malan hatiye bidawîkirin ku ti kesek jî di wê operasyonê de nehatiye binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin