PeyamaKurd – Li Diyarbekir navendê, keça bi navê Gülsüm Gök (20) ku di fabrika tekstîlê de dixebitî, dema ji serwîsê daket û xwest here mala xwe, otomobîlekî lê xist û jiyana xwe ji dest da. Qeza li ser rêya Diyarbekir-Xarpêtê li devera Çelikevlerê çêbû.
Li ser qezayê tîmên 112 ê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Di kontrola tenduristiyê ya Gök de hat dîtin ku jiyana xwe ji dest daye.
Ajotvanê otomobîlê xistin binçav. Lêpirsîna tîmên cendirmeyan dewam dike. Cenazê keça xebatkar Güsüm Gök ji bo otopsiyê birin tiba edlî ya Diyarbekirê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin