Kerkûk: Artêşa Iraqê malbateke Kurd ji xaniyê wan derxist û êrîşî wan kir

Dîroka weşanê :
Kerkûk: Artêşa Iraqê malbateke Kurd ji xaniyê wan derxist û êrîşî wan kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Iraqê îro Yekşemê 22yê Sibatê danê sibehê li Kerkûkê bi ser malbateke Kurd a li Taxa Newrozê de girt û leşkeran ji malbatê xwest xaniyê xwe vala bikin.

Xwediyê xanî li ser bûyerê gotiye, “Ji min re gotin ku ez xanî vala bikim û derkevim lê min guh neda wan. Li ser vê yekê êrîşî min kirin û li min dan.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, şahidên bûyerê ragihandine ku bûyer li saet 03:00ê danê sibeha îro qewimiye.

Hate zanîn, xwediyê malê û malbata xwe vegeriyane malê û pişt re leşkeran êrîşî wan kiriye.

Hêjayî gotinê ye, artêşa Iraqê wan xaniyên Taxa Newrozê wekî milkê xwe dibîne ku malbatên Kurd li wan xaniyan dimînin.

Tê gotin ku pirsgirêka di navbera xwediyên wan xaniyan û artêşê de li dadgehê ye û hîn encam nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin