PeyamaKurd – Cerdevanê bi navê Sitar Yeşil di wexta ku tora xwe avêtibû nav çemê Zê (Zap) da masiyan bigre, ketibû ber pêlên Rûbarê Zê û di çem de wenda bûbû.
Piştî xebatên tîmên pêwendîdar û xortên deverê, piştî çend seetan karibûn cesedê Sitar Yeşil ji ciyê ku ketibû ber pêlan 50 metre li pêş bibînin.
Cenazê Yeşil ji bo otopsiyê birin nexweşxanê û dozgerî li ser bûyerê lêpirsînê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin