Helbûsî: Emê Enbarê bikin 'Kurdistaneke nû'

Helbûsî: Emê Enbarê bikin 'Kurdistaneke nû'

PeyamaKurd - Serokê Parlamanetoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand; ew ê parêzgeha Enbarê ji aliyê pêşketin û avakirinê ve bikin "Kurdistaneke nû" û destnîşan kir, destûra Iraqê rê daye her parêzgehekê ku daxwaza herêmbûnê pêşkêş bike.

Mihemed Helbûsî ji kanala Şerqiye re daye xuyakirin: “Ew hêza siyasî ku destûra Iraqê di sala 2005an de nivîsand, niha avakirina herêmeke Sunî red dikin, lê li başûr Şîe red nakin.”

Helbûsî got: “Pêkanîna herêmeke din ligel destûra Iraqê li hev digre, li gor madeya 119 ya destûrê, her parêzgehek an zêdetir, dikarin herêmekê pêk bînin, ku bi rêya referandumekê daxwaza xwe pêşkêş bikin.”

Li gorî destûra Iraqê, pêkhatina herêma nû bi du şêwazan dibe, yek; divê ji aliyê %25ê endamên encûmena parêzgehê ve daxwaz were pêşkêşkirin, ya duyem; bi rêya daxwazekê ji aliyê %10ê dengderên her parêzgehek ku daxwazê pêşkêş bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin