Li Sêweregê di encama qezayeke trafîqê de 3 kesan can dan

Li Sêweregê di encama qezayeke trafîqê de 3 kesan can dan

PeyamaKurd - Di encama qezayeke trafiqê de, li Sêweregê ya Ruhaya Bakurê Kurdistanê 3 kesan can dan, kesek jî birîndar bû.

Îro di 10.10.2020an de, serê sibehê di rêya Sêwereg û Qerecdaxê de kamyoneteke li gel otomobîleke ku ajokarê wê ji Sûrî bû li hev dan.

Li gor zanyariyan, tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê li ser agahdarkirinê gihiştin cîhê bûyerê û 3 birîndarên di otomobîlê de bûn rakirin nexwaşxaneyê, lê li gel hemû hewldanan jî nehatin rizgarkirin û hersêyan jî can dan.

Herwiha ajokarê kamyonetê jî birîndar bû û tê dermankirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin