PeyamaKurd- Wekîlên nû yên Diyarbekirê diyar bûn. Partiya Çep a Keskan bi rêjeya ji % 62.8 parlamenterên xwe derxistin. Rêjeya dengên AK Partiyê ji % 22 û 3 wekîl bû. Li gorî encamên destpêkê, kesê ku ji Diyarbekirê çûye Meclîsê jî Sezgîn Tanrikûlû yê CHPê ye.
Parlamenterên ku dê di meclîsê de nûnertiya Diarbekirê bikin diyar bûn. Li gorî encamên ne fermî li Diyarbekirê ji % 83.7 sindoqên dengdanê hatin vekirin.
Li gorî vê yekê AK Partiyê 182 hezar û 196 deng stendin û 3 parlamenter derxist. Li aliyê din Partiya Çep a Kesk 551 hezar û 217 deng û 8 parlamenter wergirtin.
Li gorî encamên nefermî CHPê piştî 21 salan cara ewil li Diyarbekirê parlamenterek derxist.
Parlamenterên nû yên Diyarbekirê ev in:
Parlamenterên ji Partiya Çep a Kesk a Diyarbekirê hatin hilbijartin wiha ne:
Bedran Ozturk
Halide Turkoglu
Osman Cengîz Çandar
Adalet Kaya
Serhat Eren
Sevilay Çelenk Ozen
Mehmet Kamaç
Ceylan Akça Cupolo
Parlamenterên ji AK Partiyê hatin hilbijartin:
Galip Ensarioglu
Mehmet Saîd Yaz
Suna Kepoglu Ataman
Namzedê parlementerên ji CHPê hatin hilbijartin:
Sezgîn Tanrikulu
AK Partiyê di sala 2018an de bi 178 hezar û 710 dengan 3 parlamenter, HDPê jî bi 556 hezar û 594 dengan 9 parlamenter hatin hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin