PeyamaKurd- Encamên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê, hêdî hêdî zelal dibin. PDK 44 kursî standin.
Li Kurdistanê di 30ê Êlûnê de hilbijartina parlamentoyê hate kirin. Piştî ku dengdayîn bi dawî bû, Komîsyona Bilind ya Hilbijartina Kurdistanê, dest bi hijmartina dengan kir.
Heta niha hê hijmartina dengan bi dawî nebûye, lê hinek encamên nefermî hatin eşkerekirin. Li gorî encamên nefermî, deng û kursiyên partiyan wiha ne:
PDK: 625.378 / 44 kursî
YNK: 311,612 / 20 kursî
GORAN: 188,195 / 13 kursî
NIFŞÊ NÛ: 120,324 / 8 kursî
KOMEL: 102,478 / 7 kursî
ISLAH: 74,660 / 6 kursî
Piştî ku hijmartina dengan bi dawî bû, Komîsyona Bilind ya Hilbijartina Kurdistanê wê encamên fermî eşkere bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin