PeyamaKurd - Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ku piştî 3 salan li Hewlêrê hat lidarxistin, bi dawî bû. Kongreya PDK-Sê ev sê roj in berdewam dikin û Serok Mesûd Barzanî jî beşdarî kiribû û tê de gotarek pêşkeş kiribû.
Kongreya 12emîn PDK-Sê îro 12ê Hezîranê bidawî bû û 26 endamên Komîteya Navendî ya partiyê hatin hilbijartin.
Hat raihandin ku dê piştî temambûna karên kongreyê, di demeke nêzîk de Komîteya Navendî civîna xwe bike û Sekreterê Giştî û Polîtburo werin hilbijartin.
Serok Mesûd Barzanî roja 10ê Hezîranê di vekirina Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) hêviya serkeftinê ji bo wan xwestibû û gotibû: “Hêvîdar im kongreya we serkeftî be û di asta daxwazên cemawerê we de be.”
Serok Barzanî bal kişand ser rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) di şoreşên Îlon û Gulanê de û hewlên Leşkerê Roj di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de ku bi dehan şehîd pêşkêşî niştimanî kirine, bilind nirxand.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ku sala 1957an hatiye damezrandin, yek ji mezintirîn partiya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber rewşa ewlehiyê ya Rojavayê Kurdistanê, PDK-Sê kongreya xwe li Hewlêrê li dar xist.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin