PeyamaKurd – Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, di dibistana Çelepiyê de sobe teqiya û di encamê de 4 xwendekar birîndar bûn, keçekê jî can da.
Li dibistana Çelepiyê ya li bajarê Kobanî ji ber sedemek nayê zanîn soba teqiya. Di encama teqînê de 4 xwendekar birîndar bûn, keçekê jî ji ber ku şewata bedena wê giran bû, can da.
Li gor hat diyarkirin, keça ku şewitî û can da 15 salî bû, navê wê Şêrîn Mehmûd bû, xelka gundekî Kobanî bû.
Çavkaniyek ji malbata Şêrînê daye zanîn, ji ber ku li ser rêya Helebê, seytereyên Hikûmeta Sûriyê astengî derxistin, keçik dereng gihişt nexweşxaneya Helebê û ji ber wê jiyana xwe ji dest da.
Herwiha, tê çaverêkirin îro cenazê wê bibin 70 km başûr-rojhilatê Kobanî, li ser rêya Rodko.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin