PeyamaKurd – Komkara Erebî piştevaniya xwe ji bo rêkeftinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de ragihand û diyar kir: "Ew tekezî li ser wê yekê dikin ku Komkara Erebî piştevaniya temamê wan rêkeftinan dike ku Lubnanê digihîne mafê serweriya deryayî."
Li gor Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî li ser hesabê xwe yê tora civakî diyar kir, rêkeftina sînordarkirina navçeya desthilata deryayî ya di navbera herdu welatan de pêngaveke girîng e.
Hêjayî gotinê ye, Lubnan û Îsraîl du welatên cîran in û tu pêwendiya dîplomatîk di navbera wan de tune ye, bûye demek bi navbeynkariya Amerîkayê, danûstandinê dikin ji bo çareserkirina nakokiya li ser sînorê deryayî ku nêzîkî 860 kîlometre çargoşe ye.
Herwiha do rêkeftina sînorê deryayê ya navbera her du welatan, ji aliyê Serokwezîrê Lubnanê Mîşel Ewn û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ve hat îmzekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin