PeyamaKurd - Bafil Talabanî piştî aloziya navbera wî û Hevserokê din ê YNKê Lahor Şêx Cengî ku bi biryara wî berpirsên Silêmaniyê yên ewlehiyê yên bi ser Lahor ve hatin guhertin, xwe bi fermî weke Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da naskirin û got, 'Min dawiyê biryara durist da'.
Bafil Talebanî piştî serdana gora bavê xwe û Sekreterê damzrîner ê YNKê Mam Celal Talebanî, peyameke belav kir û ragihand, “Bi neçarî û piştî hewldanên berdewam û xebatê bo yekîtiya nav yekîtiyê, min biryara guhertinên bingehîn da.”
Bafil Talebanî îro Pêncşemê 15ê Tîrmehê serdana gora bavê xwe Celal Talebanî, li ser hesabê xwe yê Facebookê çend wêneyên xwe yên li ser gora Mam Celal belav kirin û derbarê rewşa dawî ya YNKê de daxuyaniyên girîng dan.
Bafil Talebanî got: “Herî dawî guhpêdana bi gilî û gazinên xelkê, nivîsar, rojnemevan, rewşenbîr, mamostayên zanîngehê, kesên dilsoz, navendên dîplomatîk û kesûkarên serbilind ên şehîdan, hat kirin û me biryara durist li hember binpêkerên qanûnan da.”
Talabanî dibêje, “Herî dawî bi neçarî û piştî hewlên xwe yên berdewam û hewldanên di ber yekîtiya me û parastina rêbaza rast û dirist û bi şêwira li gel serkirdeyên têkoşer û xemxorên rasteqîn ên YNKê, min biryara guhertinên bingehîn di serpireştên hemû wan dezgehên emnî û hizbî da, ku bi salan bû ketibûn xizmeta berjewendiyên hinek kesan û bo tesfiyeyên hizbî dihatin bikaranîn û li dijî berjewendiyên bilind ên gelê me û yekîtiya me tevdigeriyan.”
Bafil Talabanî dide xuyakirin, “Karmendên wan saziyan xelkên têkoşer û dilsoz bûn, lê bi mebest ev karê kirêt bi wan didan kirin. Destê xwe xistibûn qirika karê kasibkar û sermayedaran. Bi plan û bername rê nedidan ku hikûmet kar û projeyên xwe cîbicîh bike. Qaçaxçîtî, wergirtina serane û gef û sîxurîkirin kiribûn bername.”
Bafil Talabanî herwiha xwe wek Serokê YNKê ragihand û got: “Em soz didin YNK emanet e û bi canê xwe wê diparêzin” û tekez kir, hedê kesê nîne ku zatê wê yekê bike careke din sîxur bixe nav mala Mam Celal û di nava xelkê û saziyên hikûmetê de û rê nayê dan ew karên kirêt bên kirin.
Bafil Talabanî destnîşan dike, “Divê ji niha û şûn de saziyên emnî û Dezgaha Zanyarî di xizmeta asayîşa herêmê û parastina ser û malê xelkê de be.”
Hêjayî gotinê ye, medyayên YNKê bi zarê çavkaniyekî pilebilind ê partiyê ragihandin, “Di nava mala Celal Talabanî de li Debaşanê sîxur hatiye girtin û wî sîxûrî îtîraf kiriye, ku ji bo hevserokê berê yê YNKê kar kiriye û hatiye bikaranîn ji bo armancên taybet û derblêdan li berjewendiyên bilind ên YNKê.”
Ragihandina girtina sîxurekî di nav mala Celal Talabanî de, piştî ku di navbera herdu hevserokên YNKê Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî de nakokî derketin, hat kirin.
8ê Tîrmeha 202ê1 nakokî û aloziyên navbera herdu Hevserokên YNKê Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî bi zelalî derketin holê û Bafil Talebanî biryara guhertina serokên herdu saziyên ewlehiyê yên sînorê Silêmaniyê, Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin