PeyamaKurd – Hejmara kesên di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de, can dane gihîşt 5 kesan.
Balafirên şer ên Tirkiyê îro 19ê Hezîranê bombebarana ser erda Herêma Kurdistanê dewam kir û wesayîtên sivîlan li parêzgeha Duhokê devera Şeladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê bûn armanca bombebaranê.
Berî niha hatibû ragihandin ku 3 kesan di êrîşan de can daye. Li gorî agahiyên dawî hejmara kesên di bombebaranê de can dane gihîştiye 5 kesan ku cenazeyên wan bo nexweşxaneya Şêladizê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin