PeyamaKurd- Çend roj mane ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan here Amerîkayê û bi Trump re li ser mijarên Patriot û F-35an biaxife.
Erdoğan dema li welatê Macaristanê bi serokwezîrê Macaristanê re derket ber çapemeniyê di hinek mijaran de beyanan da. Erdoğan weha got:
“Me S-400an kirî û ew mesele qediya. Eger Amerîka Patriotan bifroşe me û ger şertên wan başbin em ê bikirin. Di hevdîtinên me de em ê behsa têkiliyên xwe yên dualî û herêmî bikin. Hedefa me ya 100 mîlyar dolarî heye ku em bi hevre bazirganî bikin lê wê kîjan sektoran de be, em ê li ser wan biaxifin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin