PeyamaKurd- Bo hevdîtinan temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet yê Sûriyê Staffan de Mistura hat payîtext Ankara ya Tirkiyê.
Mistura, piştî hevdîtinên Ankarayê wê here Moskova û paşî here Tehranê. Mistura îro li Ankara bi rêvebirên wezareta karê derve yê Tirkiyê re hevdîtin kir. Di nava hevdîtinên wan de navê musteşarê wezaretê Ümit Yalçın û cîgirê wî Sedat Önal hene.
Berdevka wezareta karê derve ya Rûsyayê Maria Zaharova jî ragihand ku wê Mistura li Moskovayê bi wezîrê karê derve bi Lavrov re hevdîtin bike. Hevdîtina wan wê roja înê çêbibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin