PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, ragihand ku wan dorpêçên bo madeyên hesinî yên ser Îranê berfireh kirine û 22 metalên din xistine nav lîsteya dorpêçan.
Pompeo da xuyakirin ku Wezareta Derve ya Amerîkayê îro lîsteyeke 22 metalên ku Îran di çêkirina moşekên balîstîk û nukleerî de bikar tîne eşkere dike û yên bi zanebûn wan madeyan ji Îranê re bişînin wê rastî dorpêçan bên.
Herwiha wezîrê Amerîkî diyar kir ku Supaya Pasdarên Îranê kerta avadankirinê xistiye kontrola xwe û lewma jî wê hin keresteyên din ên bo Îranê têne şandin jî bikevin nav lîsteya dorpêçan.
Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê piştî vekişîna ji peymana atomî ya ligel Îranê, dorpêç û cezayên aborî yên ser Îranê tund kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin