PeyamaKurd – Saziya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav sê rojên de, hemû stasyonên elektrîk û petrolê yên herêmê hatine bombekirinû 2 milyon kes bê elektrîk hatine hiştin.
Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daye xuyakirin, stasyona Siwêdiya ku pêdiviya gaz û kehrebe ya herêma Cizîrê pêşwazî dike, bi temamî ji xizmetê derketiye. 7 stasyonên din ên elektrîkê yên li bajar û navçeyên deverên Cizîr û Firatê ji rawestiyane.
Hatiye diyarkirin, li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Eyn Îsa, Kobanê û Til Temirê jî stasyonên elektrîkê rawestiyane.
Ji ber êrîşan li bajarê Dêrikê, Qamişlo, navçeyên Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûde, Dirbêsiyê û Til Temirê ên herêma Cizîrê, Eyn Îsa û gelek deverên din ên herêma Firatê elektrîk qut bûye.
Hate ragihandin ku li derdora 2 milyon kesên li bajar, navçe û zêdetirî 800 gundan bê piştî êrîşan bê elektrîk hatine hiştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin