Tirkiye | Di heyama deshilata AKPê de 721 rojnamevan hatin girtin

Tirkiye | Di heyama deshilata AKPê de 721 rojnamevan hatin girtin

PeyamaKurd -Cîgirê Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) û parlamentarê Stenboyê yê CHPê yê mafparêz Sezgîn Tanrikulu, derbarê rojnamevanên di heyama 18 salên deshilata AK Partiyê de hatine girtin, raporek amade kir.

Li gorî rapora Tanrikulu, di navbera salên 2002 – 2019an de, li seranserê Tirkiyê 721 rojnamevan hatine girtin ku hîn jî 93 rojnamevan di girtîgehan de girtî ne.

Di rapora xwe ya li ser rewşa rojnamevanî û rojnamevanan li Tirkiyê de, Tanrikulu bal kişand ser belgeyên “Komeleya Azadiya Fikir” a Gulana borî hatibû belav kirin.

Li gorî belgeyên wê komeleyê 140 lînk, 42 hezar twît, 12 hezar û 450 kenalên youtubê, 7 hezar û 200 hesabên twîtterê û 6 hezar û 500 hesabên Facebookê hatine li Tirkiyê hatine astengkirin û qedexekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, deshilata bi tifaqa MHP-AKPê hefteya borî jî projeyasayeke ku medya civakî û înternetê asteng û sînordar bike pêşkeşî parlamenê kir ku tê çaverêkirin yasaya sînordarkirina înternetê jî li demeke ne dûr were derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin