Her du bira Almat Altan û Mehmet Altan jî di nava wan de, bi temamê 6 kes bi cezayê muebedê hatin cezakirin. Di nava her 6 kesan de rojnamevan a jin Nazlı Ilıcak jî heye.
Cezayê her 6 kesan ji aliyê dadgeha 26. Cezayê giran ya Îstenbolê de hat dayîn. Di nava kesên ku ceza li wan hatiye birîn; Mehmet Altan, Ahmet Altan, Nazlı Ilıcak, Fevzi Yazıcı, Yakup Şimşek û Şükrü Tuğrul Özşengül in.
Sûcê wan jî teşebusa rakirina qanûna bingehîn ya Tirkiyê ji holê ye. Her weha dadgeh, wan bi zanîna darbeya 15 ê tîrmehê tewanbar dike û dibêje ku ew hevalbendê rêxistina FETÖ yê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin