Macron: “Dibistan hemû dê bên girtin”

Macron: “Dibistan hemû dê bên girtin”

PeyamaKurd- Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema pêşlêgirtina koronavîrusê ragihand ku wê di 16 ê adarê de temamê dibistanan tatîl bikin. Macron mijarê di çarçoveya tedbîrên bo nexweşînê de ragihand.

Macron, got ku ev nexweşîn di dîroka sed sale ya Fransayê de krîza herî mezin ya tenduristiyê ye. Macron ji şîrketan xwest ku xebatkarên wan di mal de bixebitin û tedbîrên ku bên sitendin eger tadê li dezge û saziyan bike, wê weka dewlet mesrefa wan bidin. Tevî belavbûna vîrusê, wê li Fransayê çûn û hata civakî dewam bike.

Li Fransayê heya niha 2 hezar kes xistine bin karantînayê û 33 kes jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin