Li Babê êrîsa mosekî: 13 kes hatin kustin, 40 kes jî birîndar bûn

Li Babê êrîsa mosekî: 13 kes hatin kustin, 40 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê li bajarê Babê yê bakurê Rojhilatê Helebê yê Sûriyê êrîşeke moşekî pêk hat ku gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî zanyariyan di êrîşa moşekî ya navenda Babê kiriye armanc de, 13 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûne. Hin çavkanî jî dibêjin, li navenda bajêr otomobîlek hatiye teqandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bajarê Babê yê Sûriyê di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye.

Li gorî nûçeyên çavkaniyên medya Tirkiyê êrîşa ser bajarê Babê ji aliyê hêzên Kurd ango YPGê ve hatiye encamdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin