Li Dihokê bi hêza 4.5 erdhejek çêbû

Li Dihokê bi hêza 4.5 erdhejek çêbû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê danê sibehê, li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê, erdhejeke bi pileya 4,5an rû da.

Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Wezareta Veguhastinê ya Iraqê daye xuyakirin ku îro 11ê Sibatê erdhejeke bi pileya 4.5 li ser pîvana Rîchterê di demjimêr 07:36an de, li parêzgeha Duhokê çêbûye.

Hate diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 10 kîlometre binê erdê bûye. Li gorî zanyariyên dawî li Dihokê ti ziyaneke erdhejê çênebûye.

Hêjayî gotinê ye, Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) a Tirkiyeyê jî ragihandibû ku îro 11ê Sibatê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi tundiya 4.4 erdhejek çêbûye ku ew jî li demjimêr 07:36 xulekan bû.

Gever bi erdhejeke tund hejiya

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin