PeyamaKurd – Li navçeya İslahiye ya Dîlokê bi lerza 3,7 û li Meletiyê 3,2 erdhej çêbûn.
Piştî erdhejên navenda Mereşê li herêmê xebatên erdhejê dewam dikin.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand, di saet 08.07an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê erdhejeke bi lerza 3,7an çêbû.
Hat diyarkirin ku erdhej 13,13 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Herî dawî li gorî daneyên Rasatxaneya Kandîlliyê li Meletiyê di saet 09.34an de erdhejeke bi lerza 3,2an çêbû.
Kûrahiya erdhejê 4,6 hat hesabkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin