PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê du erdhej li ser hev çêbûn.
Hate ragihandin ku li Batalgaziya Meletiyê li demjimêr 17:46an erdhejeke bi pileya 5.2 çêbû ku kûrahiya wî 5 km binê erdê bû.
Li gorî ragihandina AFADê hevdem erdhejeke din bi pileya 4.5 li Ulkoy a Meletiyê çêbû.
Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ragihandiye ku piştî erdhejê ti ziyanek nehatiye tomarkirin û lêkolînên wan berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin