PeyamaKurd- Li bajarê Edene û bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê li pey hev du erdhejan rû da.
Hate ragihandin ku îro 10ê Nîsanê di roja yekem a Cejna Remezanê de, li bajarên Edene û Mereşê du erdhej çêbûn.
Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) û Çavdêrxaneya Kandilli ya Lêkolîna Erdhejan ragihandin ku li demjimêr 15.20 du erdhej çêbûn.
Hate diyarkirin li navçeya Saîmbeylî ya Edeneyê erdhejeke bi pileya 3,6 û li navçeya Goksun a Mereşê jî bi pileya 3,4 du erdhej çêbûn.
Piştî herdu erdhejan ti ziyan nehatin ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin