Li Hewlêrê agir bi Bazara Qeyseriyê ket

Li Hewlêrê agir bi Bazara Qeyseriyê ket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îşev agir bi Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket, ku ev bazar li navenda paytext e û dikeve hemberî qela Hewlêrê.

Li gor zanyariyên di dest de, piştî geheştina tîmên bergiriya şaristanî agir hat kontrol kirin, lê bi dehan dukanên bazarê şewitîn û ziyaneke madî ya mezin çêbû.

 Dukandarekî da zanîn, ku li vê bazarê nêzîkî 300 dukan hene û piranî kelûpelên werzîşî û cilên zarokan difroşin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin